متى ينتهي التمييز ضد الكرد الفيلية ؟ ... متى يتم رد الاعتبار الرسمي للاكراد الفيلية وباقي المواطنين العراقيين المهجرين أسوة بالكرد وحزب الدعوة ؟ ... متى يبدأ العمل بالتحري عن مصير ومكان رفات أكثر من 20,000 ألفا من شهدائنا ؟ ... متى يبدأ العمل بإعادة المواطنين العراقيين المهجرين الى ديارهم ؟ ... متى تعاد للكرد الفيلية أموالهم وممتلكاتهم المفرهدة من قبل الدولة العراقية منذ عام 1980 ؟ ... متى يبدأ العمل بتعويض مئات الآلاف من ضحايا جرائم التطهير العرقي والإبادة الجماعية (التهجير والإبعاد ألقسري) ؟ ... متى يبدأ العمل بتشريع قانون جنسية عراقي خال من التمييز والتفرقة؟ ومتى يتم تبني البطاقة الموحدة ؟ ... أين التمثيل الحقيقي للأكراد الفيليين في مجالس المحافظات ومجلس النواب وغيره من مراكز اتخاذ القرار ؟ ... أين دور الاكراد الفيلية في العملية السياسية والمصالحة الوطنية ؟ ... لماذا تتهرب دولة العراق من مسؤولياتها السياسية والقانونية والأخلاقية تجاه مظالم الكورد الفيلية ؟ ... لماذا حول أصحاب السلطة قضايا الكرد الفيلية السياسية والاقتصادية إلى قضايا جزائية لا نهاية لها في ظل الفساد المالي والإداري المستشري ؟ ... متى يتم تشكيل لجنة عليا لوضع حلول جذرية ودائمة لقضايا الكورد الفيلية ؟ ... متى ستقوم وزارة المهجرين والمهاجرين العراقية بواجباتها الأساسية تجاه الكرد الفيلية المهجرين قسرا ؟ ... متى تُرتب نخبنا وكوادرنا البيت الكوردي الفيلي وتوحد خطابنا وتشكل "مرجعية" سياسية موحدة تنسق مواقفنا من أجل استعادة وضمان حقوقنا، كبقية الشرائح العراقية ؟ ... متى ستقام مدارس تعلم أولادنا وبناتنا لغتهم الأصلية لنحافظ على هويتنا ولغتنا ؟ ... متى ستكون لنا فضائية بالكردية الفيلية تعكس قضايانا وثقافتنا وتراثنا وهموم أهلنا ؟ ...

Encamnameya duyemîn Konferansa Kurdên Feylî 2017

 

Encamnameya duyemîn Konferansa Kurdên Feylî 2017

 

 

Bi insyatîva Kongreya Neteweyî ya Kurdistan ê û firaksyona   yeketîya sosiyalistî  û dempkratîyan di yekêtîya Ewropî, li bin qubeya perlementoya Ewropî li Broksela paytexta Belcîka yê di 27 ê Nîsana 2017 an de konferansa duyemîn ya kurdên feylî hate kirin.


Di konferansê de û bi beşdarbûna hijmarek ji perlemeterên Ewropî, nûnerên yekêtîya Ewropî û hijmarek ji kesayetîyê Ewropî û Ereb û perlematerên Îraqî û ji herêma başûrê Kurdistanê û siyasetmedar û çalakvanên siyasî yên kurdistana mezin û nunerên hêz û partî û rêkxistyên sivîl û civakek ji kurdên feylî. Konferansê di encamnameyekê de rewşa kurdên feylî niqaş kirin û komek ji biryar û rasparde regehandin.

 

Kurdên Feylî, beşekî ne vebir û sereke yê neteweya kurd û pêkhateyeke resen in li Îraqê. Ew xwedî xan û ji bo civakeke bihevrejîn aşitîxwazin. Nîyet pak û dilsozin di biyavên mirovatîyê û pêşengin di pîrozragirtina  nirxên civakî aborî de, ji mêj were têkelîyên xwe bi tevaya pêkhateyên Êraqî re bi aştîyane parastîne.

 

Kurdên feylî, ji destpêka drustbûna dewleta Êraqê da, piştî şerê yekemîn yê cîhanê û ji egera peymannameya saykes – pîko ya 1916 ê rûbirûyê kêşe û arîşeyên cudakarîyê hatîye. Bi taybetî arîşeya regezname yê! Di dema derketina qanûna regeznameya Îraqî di sala 1924 an da û ew arîşeyê han ber bi rêyên xerabtir re çû  û piştî rêîma Be´s hat ser deselat di sala 1963 yan û heta 1968 ê ew arîşe bûn xerabtirîn û hê jî berdewam in.

 

Rêjîma BA´S dijminatîya xwe bi eşkere li hember kurdên feylî diyar kir ew jî bi rêya serederîya hovane ya xwe û mameleyên na mirovîyên xwe li dij bikaranîn.

Sizayên dijwar û bi kom li ser feylîyan dan, di serî de asîmîle veguhastina bi zorê û dûrkirin û komkujî û jînosaidkirina xelkê kurdên feylî  kirin. Zêdetir ji 5000 kurdê feylî  di heyama salên 1969 – 1972 ê û zêdetir ji 600 000 ên din di prosyeke rêkxistî û bi pilan  û ji sala 1980 heta 1990 ê berdewam kir.

 

Piştî ji regeznameya Îraqî berî bûn û ji dest dan û bi temamî mal û mulkên wan dest bi ser da hat girtin û jê standina dekomênten yasayî yên wan mulkan û regeznameyê, bi hezaran ciwan û gencên kurdên feylî kirin di zîndanan de û zêdetir ji 22 000 jê  bi egerê ku ew hevwatîyên biyanî ne û pêgîrî armancên bilind yên neteweyî û civakî yê şoreşê ninin hatin bê serûşûn kirin. Ev bi biryarekê ji benda 1 ya hijmar 666 ê 7/5 1980 ya civata serokatîya şoreşa Îraqî û di rojnameya Al weqa´i Al Îraqiye ya fermî hijmar 2776 , 26/ 5 – 1980 ê de balev bû.

 

Dadgeha bilind ya sûş – tawanên Îraqê di 29/ 11 – 2010 ê ew dageha ku piştî sala 2003 yê hatî damezirandin, awana raguhastin û komkujîya Kurdên feylî  bi tawana komkujî û dijî mirovî nasand û li qelem dan. Herweha encumenê nunerên Îraqê jî ew tawan bi tawana jinavbirina bi kom – komkujî, li gorî biryara 18 û bi piranîya dengên civatê  di civîna 1 / 8 -2011 an û  biryara komarî li ser hate dan bi hijmara 6 ya sala 2012 ê.

 

Piştî derketina hukmê dadgehê bi peymana hikûmete Îraqî û bi biryara 425 a sala 2010 an ji bo jinavbirin û jêbirina hemû asewar û şopên bed yên ser kurdên feylî.

 

Biryardana jêstendina nasname û regezname û destbiserdagirtin, li holê rakirin û dûrxistina bi zor û bi talanbirina mulkûmal bi giştî yên li dijî Kurdên feylî û tawanên din, şikandin û binpêkirina biryarên cardana cîhanî ya mafên mirovan e ya sala 1948 ê, bi taybetî madeya 15 ya carnameyê ewa ku:-

  1. Ji bo her kesî rewa ye regeznameya wî /wê hebe.
  2. Nabe tu kes – mirovek bi darê zorê nasname – regezname jê bê sitendin û bê razîbûna wî/wê bête guhartin.

 

Şûnwindakirin û destgîrkirina bi hezaran mirovan, şikandina medeyên 9, 10 û 11 ya sitûna yekem ya ragehandina cîhanî ji bi mafên mirovan e. Ev tawan û reftar di heman dem da şikandn û binpîkirina peymanên nêvdewletî yên girêay bi mafên medenî – sivîl û siyasî û peymanên nêvdewletî yên peywend bi mafên aborî û civakî û roûenbîrî yên sala 1966 ê ne.  Lê dewleta Îraqê sererayê hindê ku ev 14 salin bi ser rêjîma berê derbaz bûne, serederîyê li gel keysên kurdên feylî bi însaf û dadperwerî de nake û arîşeyên wan çareser nake û berjewendîyên wan naparêze. Regezname, malûmulkên wan na vegerîne û informasyonan li ser kesên hatîn kuştin û windabûyan nade û herweha problêman dixe ber helbijardinên perlemanî bi taybet rê li ber berjewendîyê feylîyan digire.  Lewma daxwaz ji civaka nêvdewletî û sazîyên nêvneteweyî yên taybet bi mafên mirovan dikin ku destek û piştevanîyê li çareserkirina arîşe û kêşeyên kurdên feylî biken û daxwazîyên wan bi cih bînin.

 

Rastparde û daxwazî:-

 

  1. Tekezê li ser perlemantoya Ewropa û yelêtîya Ewropayê dikin ku ew tawan – sûçên bi ser Kurdên feylî di serdemê rêjîma Be´s da hatîn. Bi tawanên komkujî – cînosayd li qelem bide û di heman dem da ewa ku bi ser kurdên Êzîdî û Xirîstiyanan jîhat ku tawanên komkujîyê ne, taybetî di dema rêjîma berê ya Îraqê di sala 1959 ê îmze li jêr peymannameya Cênêv ê ya sala 1949 kirî. Ew peymanname peyweste bi rêgirtin ji encamdana tawanên komkujîyê û li ser prensîpên derçûna dada dadgeha tawanan ya Îraqî ya bilind û biryara encûmena nunerên Îraqî li ser wan tawanên bi ser kurdên feylî de hatîn kirin.
  2. Berdewamî bi hemahengî û karkirin û pêşvebirin hevkarîyê û bi şêwekî berfirehtir bi Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê re, di hemû biyavên girêday bi kurdên feylî.
  3. Daxwaz ji civaka nêvdewletî dikîn bi damezirandina navendeke vekulîn û dekomêntkirina erşîvî ji bo keysên Kurdên feylî û bi taybetî li ser komkujî yê.
  4. Pêwîste li ser encûmenê nunerên Îraqê, hemû ew biryarên ku serokatîya şoreşa ji nav çûyî li dijî kurdên feylî dabûn bi biryarekê bêne hiweşandin.
  5. Damezirandina desteyeke serbixwe ya karûbarê kurdên feylî di serokatîya komara Îraqê, ku erkê wê çavdêrîya parastina maf û berjewendîyên Kurdên feylî bît û ji bo wê proje û yasayan pêşkeş bike.
  6. Damezirandina beşekê taybet bi kurdên feylî di nav beşên wezareta koç û koçberan, erkê wê çavdêrîya rojane  ji keysên kurdên feylî bike û wana destek bike û ji bo çareserîya arîşeyên wan  karsanahîyê bike.
  7. Dubare avedankirin û xweşguzerankirina wan deveran yên kurdên feylî lê dimînin, bi taybetî Xaneqîn, Mendelî, Bedre Cesan û Zerbatîye û Kût….htd. herweha danana projeyên cûrbicûrên geşepêdanê û çaresrkirina arîşeya kêm avîyê û pûçkirina deverên mînkirî, ji bo ku koçber bi sanahî vegerine ser cih û warê xwe. Hem ew xelkên di heyama rêjîma berê û hem jî yên ku piştî sala 2003 ji egera terora Daîşê ew dever vala kirîn û koçber bûn.
  8. Destnîşankirina deverên kurdên feylî di parêzgehên Diyala û Wasit û Mîsan û rêxistina wan deveran di navçeyeke abprî û cugrafî da, ku hevwelatî û akincîyên wê bikarin bi aramî karubarê jiyana xwe rê bikin û bi xwe asayiş û reveberîya xwe bikin.
  9. Gerentîkirina mafên kurdên feylî di beşdarîkirina wan di warê siyasî da li Bexda û Hewlêr, mil bi milê hemû pêkhateyên din yên Îraqî û Kurdî ji bo ku bi dewrê xwe yê karîger rabin û xizmeta civaka Îraqê û Kurdistanê bikin.
  10. Handana kurdên feylî ji bo xweamadekirinê û ji niha ve o hilbijartinên nuneran di sala pêş de ya Îraqê, bi beşdarîyeka kara têde. Ji alî deselatdaran ve karsanayîya wan bê kirin û rêgirîyê ji her karekî nerînîya ji bo beşdarîya kurdên feylî di hilbijatinan bikin.
  11. Daxwaz ji deselatdarên herêma Kurdistanê dikin ku keysa kurdên feylî di destûrê herêmê de bê bi cih kirin û herwesa twêjên din jî ji kurdên Êzîdî û Şebek b heman şêwe û ji bo ku ji hemûyan re nunerên wan di perlemanî de bên misoger kirin.
  12. Dûmahîkînan bi he hemû şêwazên cudahîkirinê yên li dijî kurdên feylî ji alî sazî û dezgehên rêvebirîyên dewletî ve û ferahemkirina delîveyên yeksanîyê di maf û hevwelatîbûnê de.
  13. Danpênana Kurdên feylî wek pêkhateyek ji gelê Îraqê û wek kematîyek taybet ya xelkê Îraqê û bi xwedî keysekê rewa bêne dîtin.
  14. Geryan bi şûn termên kurdên feylî, ewên bi destê dewleta Îraqê di heyama deselata rêjîma berê hatibûn cih winda kirin û çarenivîsê wan bê eşkere kirin.
  15. Qerebûkirina kurdên feylî ji mal û mulkê wan yê ku ji alî rêjîma Be´s a Îraqê ve di destpêka sala 1980 ê hatîn talan kirin û dest bi serda girtin.
  16. Daxwaz ji deselatdarên her du dewletên Îran û Îraqê dikîn ku zanyarîyan li ser hijmar – nifûs û wan deverên ku kurdên feylî têdene pêşkeş bikin.
  17. Parastin û çavdêrîkirina ziman û rewşenbîrî ya  kurdên feylî û çanda wan  û gerentikirina proseya xwendin û fêrkirina bi zimanê daykê ( zaraveyê Feylî ) di xwendingehên deverên kurdên feylî binecihin.
  18. Rêvebirina semînar û civînan di zanîngeh û instîtuyên nêvdewletî, li ser keys û arîşeyên kurdên feylî ji bo balkêşkirina vekolîner û ronakbîrên Ewropî ku vekolînan li ser bikin.
  19. Rêkxistina hewên mêdiyayî û roşenbîrî û zanistî di nav navendên Kurdistanî de, ji bo aeşkerebûn û gehiştina zaniyarîyên veguhastin û jinavbirina regezî û komkujîya kurdên feylî û gehandina rewşa feylîyan bo raya Kurdî û hemû Kurdistanê.
  20.  Hevkarî kirina wan kurdan, ewên ji sala 1980 heta niha  di kempên penaberîyê dixîvetgehên Cehrem, Ezner û Cîroft  li Îranê de ne. Di kêşe û rewşa xerab bên derbaz kirin.

 

Peywendî û xebata komîteya nêvdewletî ya Kurdên Feylî:-

 

Komîteya nêvdewletî ya kurdên feylî, ewa di konferansa yekemîn de pêkhat, peywendî bi desthelatdarên dewletên Ewropî re kirin û pêre behsê arîşe û keysên kurdên feylî li Îraqê kirin. Ji alyekê din ve hevdîtin bi berpirsên wezareta derve ya Elmanîuya, Danmark û yeketîya Ewropayê kirin û bi wezereta derve ya Nemsayê jî runiştin kirin.

 

Komîte serdaneka meydanî ji bo Bexda, Hewlêr û Silêmanî yê encam da. Dîdar bi piranya rêxistî û kesayetîyên kurdên feylî re kirin. Herwesa bi kesayetî û rêxistnên feylîya di bajarên Kût, Mendelî û Xaneqîn civyan û behsa hewl û xebatê komîteyê kirin û kêşe û arîşeyên kurdên feylî rojeva guftûgoyan bû û ra û boçûn hatin guhartin. Herweha rêyên çareserîyan ji bo keys û problemên kurdên feylî û hemahengîya komîteyê pêre hatin niqaş kirin. Ji alîyekî din komîteyê siyasetvan û serkirde û perlementer li Bexda, Hewlêr û Silêmanîyê ditin û civyan, di civînan de behsa keysa feylîyan kirin û jê re bi bîranîn.

Bi giştî kesayetî û alîyên cuda  yên Kurdên feylî û xeynî feylî, konferansa yekemîn ya nêvneteweyî ya kurdên feylî bi başî nirxandin ji bo destekdan û hevkarîyê amadeya xwe derbirîn û nîşan dan.