متى ينتهي التمييز ضد الكرد الفيلية ؟ ... متى يتم رد الاعتبار الرسمي للاكراد الفيلية وباقي المواطنين العراقيين المهجرين أسوة بالكرد وحزب الدعوة ؟ ... متى يبدأ العمل بالتحري عن مصير ومكان رفات أكثر من 20,000 ألفا من شهدائنا ؟ ... متى يبدأ العمل بإعادة المواطنين العراقيين المهجرين الى ديارهم ؟ ... متى تعاد للكرد الفيلية أموالهم وممتلكاتهم المفرهدة من قبل الدولة العراقية منذ عام 1980 ؟ ... متى يبدأ العمل بتعويض مئات الآلاف من ضحايا جرائم التطهير العرقي والإبادة الجماعية (التهجير والإبعاد ألقسري) ؟ ... متى يبدأ العمل بتشريع قانون جنسية عراقي خال من التمييز والتفرقة؟ ومتى يتم تبني البطاقة الموحدة ؟ ... أين التمثيل الحقيقي للأكراد الفيليين في مجالس المحافظات ومجلس النواب وغيره من مراكز اتخاذ القرار ؟ ... أين دور الاكراد الفيلية في العملية السياسية والمصالحة الوطنية ؟ ... لماذا تتهرب دولة العراق من مسؤولياتها السياسية والقانونية والأخلاقية تجاه مظالم الكورد الفيلية ؟ ... لماذا حول أصحاب السلطة قضايا الكرد الفيلية السياسية والاقتصادية إلى قضايا جزائية لا نهاية لها في ظل الفساد المالي والإداري المستشري ؟ ... متى يتم تشكيل لجنة عليا لوضع حلول جذرية ودائمة لقضايا الكورد الفيلية ؟ ... متى ستقوم وزارة المهجرين والمهاجرين العراقية بواجباتها الأساسية تجاه الكرد الفيلية المهجرين قسرا ؟ ... متى تُرتب نخبنا وكوادرنا البيت الكوردي الفيلي وتوحد خطابنا وتشكل "مرجعية" سياسية موحدة تنسق مواقفنا من أجل استعادة وضمان حقوقنا، كبقية الشرائح العراقية ؟ ... متى ستقام مدارس تعلم أولادنا وبناتنا لغتهم الأصلية لنحافظ على هويتنا ولغتنا ؟ ... متى ستكون لنا فضائية بالكردية الفيلية تعكس قضايانا وثقافتنا وتراثنا وهموم أهلنا ؟ ...

EM TU CARÎ JÎNOSÎDA KURDÊN FEYLÎ JI BÎR NAKIN

 

EM TU CARÎ JÎNOSÎDA KURDÊN FEYLÎ JI BÎR NAKIN

Di van rojan de, 37 sal bi ser tawana girtin, kuştin û derbiderkirina kurdên Feylî derbaz dibe. Rêjîma Be´s ya Îraqê di destpêka salên 1980yan de heweka berfireh li Bexda û bajarên din yên Îraqê li dijî kurdên Feylî destpêkirin. Li gorî wan amarên wan hewan de nêzî 600 hizar ji zaro, jin, cewan û pîr û kalên Feylî ji sedema hindê ku bi regez ne Îraqî ne, mal û mulkên wan dest bi ser da hate girtin û ji bo Îranê derbider kirin.  Ji bilî ku zêdetir ji 20 hizarên din jî,  ji keç û kurên wan girtin û bê ser û şûn kirin.

Di qonaxên cuda ji hukmê  deselatdarîya Îraqê de, pir caran kurdên Feylî ji sedema întîmaya itnîkî û dînî ve robirûyê êrîş û destdirêjîyan bûne. Lê ya ji hemûyan hovanetir rêjîma Be´s bû ku bi eşkere hewên enfalkirina kurdên Feylî  ragehandin û bi pratîk encamdan. Di wan hewên na mirovî de bi hizaran kurdên Feylî bûne gûrî - qurbanî. Yên bê ser û cih kirîn, kirin, yên din jî ser û mal û mulkên wana dagîrkirin û tenê bi cilên xwe drbiderî Îranê kirin.

Ew rewşa zor û zordarîya bi ser kurdên Feylîyan hatî ji alî fîsîkî, saykolojî, aborî û çandî û heta ziman – zaraveya wan jî tuşî jînosîd  û asymlasiyonê hat.

Di roja îroj de, heger çî 14 sal bi ser herfîna rêjîma Sedam û hatine  deselateke nû li Îraqê derbaz dibe, lê mafên kurdên Feylî her nehatine dayin arîşan wan çareser nebûn. Heta niha jî nehatine qerebû kirin.  Piranîya wan ji regeznameya Îraqî jî bêbeş in.

Kurdên Feylî beşekê ne veqetiyay gelê Kurdistanê ne,  cih û bandora wan bi ser hemû qonaxên xebata rizgarîxwazîya Kurdistanê heye û diyare. Ew xelkê resen yên vî niştîmanî ne û herdem li ser axa xwe xwedî giyanê welatparêzîyê û mînak û sembola bihevre jîyanê bûn e.

Mixabin heta niha hikûmeta herêma Kurdistanê jî bi awakî ciddî ber bi daxwazîyên wan ve neçûne û arîşeyên wan çareser  ne kirin e.

Em wek Kongreya Neteweyî ya Kurdistan – KNK ê, li 37 salîya enfalkirina kurdên Feylî de, di serî de  xwe li hember giyanê hemû şehîdên kurdên Feylî ditewîn in. Silav ji bo kurdên Feylî li her cihekê vê dunyayê bin. Kurdên Feylî parekin ji laşê birîndarê gelê Kurdistanê. Loma em ji wan dixwazin ku şanazîyê bi kurd bûna xwe bikin.  Di hembêza germ ya gelê xwe de bi ser bilindî û serferazî û bi hev re  bi hêvî û omêdên xwe û hemû pêkhateyên gelê Kurdistanê i cih bên.

Herweha bang li xelkê Kurdistanê bi giştî, rêkxistiyên sivîl, tevaya part û rêxistiyên Kurdistanî dikin ku pişgir û piştevanên xwîşk û birayên xwe yên Feylî bin. Daxwaz li dewleta Îraqê û hikûmeta herêma Kurdistan – başûr dikin ku bi cidî daxwazî û mafên Feylîyan  giring bibînin û kêmek ji barê giran û na dadperweriya dîrokî li ser milê wana sivik bikin.

 

Konseya Rêveber ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistan – KNK

08 . 04 . 2017  Bruksel